Hallâc-ı Mansûr’un yaşamı, felsefesi ve öğretisini inceleyen bu kitapta, Mansûr’un etkileyici ve çok yönlü hayatını Ali Gurdili’nin Kürtçe anlatımıyla okuyacaksınız.
“Laş, di nav danûstandinên daringî de ye. Gurza mebestê, di zincîra têkiliyan de delka resen e. Made, mirovan diavêje nav dinyaya nesneyan. Mirovên ku di têkiliyên madî de girêdayî bimîne, êsîr e. Divê mirov, ji madeyê derbas bibe û bikeve nav dinya wateyan. Rêzanê giyan, dil e. Ev rêzan, mirovan radigihîne qata xwedê û ji êsîriya madeyê, wan rizgar dike. Mirov, divê guh bide dengê dilê xwe û ji madeyê, xwe rizgar bike.
Dil; ji bona dîtina delaliya xwedê, ji aliyê xwedê ve bi awayekî xwemal hatiye afirandin. Heke nîjada mirovî bizanibe dilê xwe vebike, wê xwedê dilê wan bi dilînê dagire. Xwedê afiraner e û ji hemû tevgerên mirovan; ji, yên hindûrîn û ji yên der, berpirsiyar e. Ê ku dikûje û vedijîne jî, dîsa xwedê ye. Ecel (akam) û roja mexşerê, ji ewilî ve hatine destnîşankirin. Di rêwitiya jiyanê de qûtê mirovan, dîsa xwedê dide. Ji bo mirovan tiştê girîng, hilbijartina başî û xirabiyê ye. Tiştê ku rê nîşanê mirovan dide jî, zanist e.”
-Mensûrê Hallacvan-